Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rui Almeida Fotografia/Moment via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Zordarî Polîtîkayêda—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Zordarî Polîtîkayêda—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Meriv nav temamiya dinyayêda xemgîn dibin ji bo zordariyê ku polîtîkayêda diqewime.

  •   Mêksîkêda wedê bijartina ya salên 2023-2024, 39 endemên polîtîkayê hatine kuştinê û zordarî bi cûrên din jî qewimîn, ji bo çi jî tirs kete dilê meriva.

  •   Ewropayêda wan paşwextiya çend cara polîtîkayêda zordarî qewimî, mesele 15 Gulanê, sala 2024 xwest in serokwezîrê Slovakyayê bikujin.

  •   Bineliyên Dewletên Yekbûyî ziravqetandî bûn ji bo vê yekê, ku 13 Tîrmehê, sala 2024 prêzîdêntê wane berê Donald Tramp, xwest in bikujin.

 Çima haqas zordarî polîtîkayêda diqewime? Gelo kengê ev yek wê xilaz be? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Pêxembertiya derheqa miqabilîbûna polîtîkayêda

 Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê ku rojên meda, yên ku têne navkirinê ça “rojên axiriyê”, xeyset-hunurên gelek meriva wê usa xirab be, wekî miqabilîbûnê û zordariyê pêşda bîne.

  •   “Rojên axiriyêda zemanên xirab wê bên. Merivê bibine . . . bêşêkir, heram, . . . bêrem, . . . zulmkar, . . . nemam, culet, xwerazî” (2 Tîmotêyo 3:1-4).

 Kitêba Pîrozda usa jî hatibû pêxembertîkirinê, ku meriv wê miqabilî dewletê derên û wî wedeyî polîtîka wê tevlihev be (Lûqa 21:9). Lê dîsa jî ev yek, wê heta-hetayê nekişîne.

Xilaziya zordariya polîtîkî

 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Padşatiya Xwedê ya ku li ser ezmana ye, wê dewsa hemû padşatiyên meriva bigire.

  •   “Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke . . . Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44, DT).

 Padşatiya Xwedê wê meriva bike yek û edilayê ser erdê pêşda bîne.

  •   Serwêrê vê Îsa Mesîh, tê navkirinê “Mîrê Edilayê”, û ewê usa bike ku “xilaziya edilayê wê tune be” (Îşaya 9:6, 7, DT).

  •   Bineliyên vê padşatiyê îda nihada hîn dibin ça edilayêda bijîn. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ewana wê ji şûrên xwe gîsina çêkin û ji rimên xwe jî meqesên rezvana. Milet wê şûr hilnekişîne ser milet, û ewana tu car wê hîn nebin ku şer kin” (Îşaya 2:3, 4, DT).

 Seva ku hê zêde pêbihesin, bixûnin gotara bi navê “Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?” û binihêrin vîdêo bi navê Çi ye Padşatiya Xwedê?