Êkskûrsiyên li Beytelê
Em bi dil û can we teglîf dikin li fîlîalên me, yên ku em nav dikin Beytel. Hine fîlîalên meda usa jî hene nîşangehên ku hûn xwexa dikarin binihêrin.
Êkskûrsiyên li Beytelê: Gelek welatada 1 Hezîranê, sala 2023, emê dîsa êkskûrsiyên fîlîalên meda destpêkin. Bona hê zêde înformasiya, têklî bin tevî vê fîlîalê, kîderê ku hûn dixwazin herin ser êkskûrsiyayê. Hergê têsta COVID-19 cem we pozîtîv be, yan jî sîmptomên we hebin, yan jî hergê wan paşwextiya heleqetiya we tevî kesekî bi COVID-19 hebûye, ji kerema xwe neyên ser êkskûrsiyayê.
Afrîkaya Başûrê
Înformasiya Derheqa Êkskûrsiyayê
Nîşangeh
Avaya Sereke bona Êkskûrsiyayê: Hûnê çend vîdêo binihêrin, bi saya kîjana hûnê pêbihesin Beytelêda çi şixul tê kirinê û ça ew piştgiriya xizmeta me dike.
Neşirxaneya 2 bona Êkskûrsiyayê: Hûnê bikaribin binihêrin ku çiqas ferz e welgerandina edebyeta ser zimanên wî cîyî û neşirkirina wan. Hûn dikarin jorva ji ciyê bilind ser mekînên neşirkirinê binihêrin. Usa jî wêderê heye nîşangeha Kitêba Pîroz, ji kîjanê hûnê pêbihesin ça nava terîxiyêda navê Xwedê Kitêba Pîrozda dihate xebitandinê ser zimanên wî cîyî.
Neşirxaneya 3 bona Êkskûrsiyayê: Ji ciyê bilind hûn dikarin bi temamî qetê şandina edebyeta bivînin, û usa jî pê êkranê hûn dikarin binihêrin ku edebyetên pêçayî wê bişînine ku. Hûn dikarin binihêrin vîdêo, ku Odên Civata ça têne avakirinê, ça edebyet têne şandinê, û ça aûdîo û vîdêo edebyet têne derxistinê.
Înformasiya zêde: Otobûsên ku bona mêvana ne, wê wana bivin cûre-cûre avaya bona êkskûrsiyayê. Xêncî vê yekê, hûn dikarin wî cîyî kîderê ku mêvan hêsa dibin, xwarinê bixwin.
Adrês û Hejmara Têlê