Derbazî serecemê

Êkskûrsiyên li Beytelê

Em bi dil û can we teglîf dikin li fîlîalên me, yên ku em nav dikin Beytel. Hine fîlîalên meda usa jî hene nîşangehên ku hûn xwexa dikarin binihêrin.

Êkskûrsiyên li Beytelê: Gelek welatada 1 Hezîranê, sala 2023, emê dîsa êkskûrsiyên fîlîalên meda destpêkin. Bona hê zêde înformasiya, têklî bin tevî vê fîlîalê, kîderê ku hûn dixwazin herin ser êkskûrsiyayê. Hergê têsta COVID-19 cem we pozîtîv be, yan jî sîmptomên we hebin, yan jî hergê wan paşwextiya heleqetiya we tevî kesekî bi COVID-19 hebûye, ji kerema xwe neyên ser êkskûrsiyayê.

Brazîlya

Înformasiya Derheqa Êkskûrsiyayê

Nîşangeh

Kitêba Pîroz—Kitêb û Nivîskarê Vêye Esilî. Ev nîşangeh hurmet-rûmetê dide Nivîskarê Kitêba Pîroz, Yehowa Xwedê û usa jî dide kifşê têma sereke, derheqa Padşatiya Xwedê. Mêvanên ku wê bêne ser êkskûrsiyayê, wê pêbihesin derheqa wê yekê, ku çawa Kitêba Pîroz hate xweykirinê heta rojên me û çawa Xwedê xem kir, wekî mizgîniya ji Xebera Wî neyê guhastinê, hingê jî gava kesên miqabil her tiştî dikirin bona wê yekê.

Nîşangeha Terîxiyê. Vira hûnê bikaribin pêbihesin, ku çi cûreyî nava 120 salada Yehowa şixulê belakirina Mizgîniyê Brazîlyayêda, kerem dikir. Usa jî li ser hîmê lêkolînên terîxiyê hûnê pêbihesin, ku çawa şixulê belakirina mizgîniyê Brazîlyayêda destpêbû û bela bibû, hingê jî gava miqabilîbûn û peyketin hebûn.

Adrês û Hejmara Têlê

Çawa Bigihîjin