Derbazî serecemê

Êkskûrsiyên li Beytelê

Em bi dil û can we teglîf dikin li fîlîalên me, yên ku em nav dikin Beytel. Hine fîlîalên meda usa jî hene nîşangehên ku hûn xwexa dikarin binihêrin.

Êkskûrsiyên li Beytelê: Gelek welatada 1 Hezîranê, sala 2023, emê dîsa êkskûrsiyên fîlîalên meda destpêkin. Bona hê zêde înformasiya, têklî bin tevî vê fîlîalê, kîderê ku hûn dixwazin herin ser êkskûrsiyayê. Hergê têsta COVID-19 cem we pozîtîv be, yan jî sîmptomên we hebin, yan jî hergê wan paşwextiya heleqetiya we tevî kesekî bi COVID-19 hebûye, ji kerema xwe neyên ser êkskûrsiyayê.

Japonya

Înformasiya Derheqa Êkskûrsiyayê

Nîşangeh

Milkê me. Vê nîşangehêda hûnê bivînin ku ça Yehowa îda sed sal zêdetir Japonyayêda şixulê belakirina mizgîniyê kerem dikir. Hûnê pêbihesin derheqa terîxiya Şedên Yehowa ya vî welatî û usa jî derheqa hacetên bona belakirina mizgîniyê, ku wana dida xebatê û şixulê ku hingê mîsyonêra dikir.

Kitêba Pîroz Japonyayêda. Vê nîşangehêda hûnê Kitêbên Pîroz yên mexsûs bivînin û usa jî welgerandina pêşin ser zimanê Japonî.

Adrês û Hejmara Têlê

Çawa Bigihîjin