Derbazî serecemê

Çira Şedên Yehowa Naçine Şer?

Çira Şedên Yehowa Naçine Şer?

 Şedên Yehowa naçin şer ji bo wan meniya:

  1.   Guhdarîkirin hindava Xwedê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî xizmetkarê Xwedê “wê ji şûrên xwe gîsina çêkin” û “wê hîn nebin ku şer kin” (Îşaya 2:4).

  2.   Guhdarîkirin hindava Îsa. Îsa gote Petrûsê şandî: “Şûrê xwe bike cî. Çimkî her kesê ku şûr hildide wê bi şûr bê kuştinê” (Metta 26:52). Bi wê yekê Îsa da kifşê, wekî şagirtên wî wê çek hilnedine destê xwe.

     Şagirtên Îsa pirsên polîtîkîda tevnebûyînê xwey dikin bi vê yekê, wekî guh didine temiya Îsa ku “para vê dinyayê nînin” (Yûhenna 17:16). Ewana himberî wan dernayên kê safî kiriye here şer.

  3.   Hezkirina hindava meriva. Îsa temî da şagirtên xwe “hevdu hez bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Bi wî cûreyî wana gerekê biratiya hemdinyayê saz kirina, nava kîjanîda tu kes wê himberî xûşk-birên xwe şer nekira (1 Yûhenna 3:10-12).

  4.   Mesela Mesîhiyên rojên berê. Ensîklopêdiya Rêlîgiyayê û Şera, usa dibêje: “Şagirtên Îsa yên pêşin înkar dikirin şer bikin û herine eskeriyê”, çimkî wana hesab dikir “ku ev yek himberî hînkirina Îsa derdiket derheqa vê yekê ku dijminên xwe hez bikin”. Derheqa Mesîhiyên berê û qulixkirina eskeriyê têologê Almanî, Pîtêr Maynxold usa got: “Nabe ku meriv bibe Mesîhî jî û esker jî”.

Em alîkariyê didine meriva

 Şedên Yehowa xofiyê pêşda naynin wan welatada kîderê ewana dijîn, lê alîkariyê didine meriva. Em qedirê dewletê digirin û guh didine wan prînsîpa:

  •   “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be” (Romayî 13:1).

  •   “Tiştên Qeyser bidine Qeyser, lê tiştên Xwedê bidine Xwedê” (Metta 22:21).

 Lema jî, em gura qanûnê dikin, xercên dewletê didin û tevî dewletê kar dikin gava ewana bona bajarvanên xwe xem dikin.