Dewatên Şedên Yehowa Çawa Derbaz Dibin?
Dewatên Şedên Yehowa bi maqûlî û layîq derbaz dibin, û gotara ser hîmê Kitêba Pîroz tê xwendinê. Bûk û zeva dikarin safî kin, wekî paşî gotarê sifrê bona mêvana vekin. a Îsa destpêka xizmetiya xwe çûbû şeherê Qanayê ser dewatê (Yûhenna 2:1-11).
Dewat çawa derbaz dibin?
Gotara dewatê, pareke gelek ferz e. Evê gotarê yek ji Şedên Yehowa weke 30 deqada dixûne. Ev gotara dilgermî dide kifşê, ku çawa Kitêba Pîroz dikare alî yên zewicî bike, wekî zewaca wanda hizkirin û bextewarî herheyî hebe (Efesî 5:33).
Gelek welatada hukumetî îzinê dide ku kesek ji Şedên Yehowa zewacê bi qanûnî destûr kin. Lema jî vê derecêda xilaziya gotarê, bûk-zeva soz didine hev du. Ewana usa jî dikarin gustîlkê bikine tiliya hev. Paşê ev merivê ku gotarê derbaz dike, elam dike, ku ewana jin-mêr in.
Lê welatên dinda tê dewakirinê, wekî bûk û zeva herin ciyê ku zewacê destûr dikin. Lema jî bûk û zeva pêşiyê bi qanûnî zewaca xwe destûr dikin, paşê jî gotara zewacê tê xwendinê. Hergê bûk û zeva ciyê destûrkirinêda soz nedane hev, ewana dikarin evê yekê xilaziya gotarê bikin. Hergê ciyê destûrkirinêda wana îda soz daye hev, hingê ewana dikarin safî kin wekî dîsa carekê sozê xwe hevra biwekilînin, lê îda bi wedê derbazbûyî. Gotar bi duakirinê xilaz dibe. Duada ji Xwedê tê hîvîkirinê, wekî bûk û zeva kerem bike.
Dewatên Şedên Yehowa kîderê derbaz dibin?
Gelek Şedên Yehowa dixwazin, wekî gotara zewacê Oda Civatêda derbaz be. b Hergê paşî vê yekê wana safî kir tevî mêvana top bin, ewana diçine cîkî din.
Kî dikare here dewatê?
Hergê dewat Oda Civatêda derbaz dibin, bi tebiyetî derî bona hemûya vekirî ne him bona Şedên Yehowa, him jî bona merivên din. Hergê paşî vê yekê, cotê zewicî dixwazin cîkî top bin, ewana safî dikin, kê teglîfî dewata xwe kin.
Kincxwekirina mêvana gerekê çi cûreyî be?
Bona kincxwekirina ser dewatê rêberiya konkrêt nayê dayînê, lê ewana rêberiya Kitêba Pîroz hildidin hesab, seva ku kincxwekirina wan bi maqûlî û layîq be. Ev yek gelek tê qîmetkirinê, gava her kesên ser dewatê ewan prînsîpa hildidin hesab (1 Tîmotêyo 2:9). Hemikî ewan prînsîpa hingê jî didine xebatê, hergê paşî gotarê diçin cîkî wede derbaz kin.
Mêvan dikarin pêşkêşa bînin?
Kitêba Pîroz hêlan dike, wekî merd bin (Zebûr 37:21). Şedên Yehowa şa dibin çaxê pêşkêşa didine bûk-zeva, û bûk-zeva jî şa dibin çaxê pêşkêşa distînin (Lûqa 6:38). Lê Şedên Yehowa nakine gazî, ku kê çi pêşkêş aniye (Metta 6:3, 4; 2 Korintî 9:7; 1 Petrûs 3:8). Ev yek li ser hîmê Kitêba Pîroz nîne, û him jî hine mêvan dibeke xwe baş texmîn nekin.
Salxî îzin e?
Na. Şedên Yehowa salxiyê hilnadin, çimkî kaniya vê yekê ji edetên rêlîgiya qelp pêşda hatine. c Ewana bi cûrekî din dua li bûk û zeva dikin.
Îzin e wekî birinc û kaxazên birqok ser bûk-zevêda bireşînin?
Na. Gelek ciya meriv bawer dikin, wekî reşandina birinc û kaxazên birqok, bextewarî û jîyîna dirêj yên teze zewicîra tîne, lema jî evê yekê dikin. Lê Şedên Yehowa xwe ji kirên usa dûr digirin, yên ku hînkirinên qelpva girêdayî ne. Usa jî ewana bûk zevêra navêjin “yaziya we baş be”, çimkî ev yek li ser hîmê Kitêba Pîroz nîne (Îşaya 65:11).
Îzin e ku xwarin û vexwarin hebe?
Çaxê Oda Civatêda gotara zewacê tê xwendinê, xwarin û vexwarin wêderê tune. Hinekên zewicî safî dikin, wekî paşî gotarê cîkî top bin û sifrê vekin (Waîz 9:7). Hergê ewana dixwazin ku îçke hebe, gerekê xem bikin ku zef nîbe, û tenê bona wan hebe, îzina kîjana heye vexwin (Lûqa 21:34; Romayî 13:1, 13).
Kilam û reqas îzin e?
Hergê bûk-zeva paşî gotarê dixwazin cîkî top bin û wede derbaz kin, ewana dikarin safî kin, ku miqam û reqas jî hebe (Waîz 3:4). Miqama ku ewana bijbêrin, wê kûltûra wan eyan ke û usa jî ku çi wana xweş tê. Xêncî wê yekê nêta wan ew e, ku ev miqam mêvana xweş bê. Çaxê dewat Oda Civatêda derbaz dibe, hingê kilam û gotara li ser hîmê Kitêba Pîroz têne gotinê.
Şedên Yehowa her sal roja dewata xwe derbaz dikin?
Prînsîpên Kitêba Pîroz qedexe nake û ne jî hêlan dike, wekî her sal roja dewata xwe derbaz kin. Lema jî Şedên Yehowa yên zewicî xwexa safî dikin her sal evê rojê derbaz kin yan na. Lê hergê ewana safî dikin evê yekê derbaz kin, dikarin tevî komeke biçûk top bin, mesele tevî heval û malbeta xwe.
a Edet, kûltûra, û dewakirina fermî dikare her ciyada ji hev cude be.
b Ev merivê ku gotarê dixûne, seva vê yekê pera hilnade. Usa jî bona xebitandina Oda Civatê pere nayê standin.
c Seva hê zêde derheqa kaniya qelpe salxiyê pêbihesin, binihêrin jûrnala “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Sibatê, sala 2007, “Pirsên Xwendewana”.