Çira Şedên Yehowa Roja Bûyînê Derbaz Nakin?
Şedên Yehowa roja bûyînê derbaz nakin, çimkî zanin wekî ev cejin Xwedê xweş nayê. Rast e Kitêba Pîrozda raste-rast nayê gotinê, ku roja bûyînê derbaz nekin, lê ew alî me dike, wekî pêbihesin ku nihêrandina Xwedê ser vê yekê çi cûreyî ye. Werên em çar tişta û usa jî prînsîpên Kitêba Pîroz şêwir kin, kîjan ku vê pirsêva girêdayî ne.
Cejina roja bûyînê pûtparistiyêva girêdayî ye. Li gora lêkolînekê, hine kes bawer dikin, wekî wedê roja bûyîna mêriv “ruhên xirab dikarin hicûmî ser wî bikin”, lê hergê “hevalên wî kêleka wî ne û wî bimbarek dikin, bi vê yekê ewana wî diparêzin”, “Funk & Wagnalls Standard Dictionary of Folklore, Mythology, and Legend”. Kitêbekêda “The Lore of Birthdays” tê gotinê, wekî berê “nivîsandina roja bûyînê gelek ferz bû, çimkî ser hîmê vê yekê horoskop dihate sazkirinê”, kîjan ku pareke “steyrnasiyê bû”. Wêderê usa jî dihate gotinê, ku li gora baweriya cimetê, mûmên ku wedê roja bûyînê vêdixin, qewata sêrbaziyê wanda heye, ku dikarin xwestinên meriya bînin sêrî.
Kitêba Pîroz sûcdar dike sêrbaziyê, koçektiyê û tiştên din, çi ku vê yekêva girêdayî ne (Qanûna Ducarî 18:14; Galatî 5:19-21). Menîk ku çira Xwedê Babîlona berê kuta kir ew bû, ku bineliyên wî şeherî steyrnasiyêva mijûl dibûn, çi ku pareke sêrbaziyê bû (Îşaya 47:11-15). Şedên Yehowa hîmê hemû eyd-qeyda hûr bi hûr lêkolîn nakin, lê çaxê Xebera Xwedê derheqa vê yekê rêberiya zelal dide, em pişt guhê xweva navêjin.
Mesîhiyên qirna yekê roja bûyînê derbaz nedikirin. Ênsîklopêdiyekêda “The World Book Encyclopedia” tê gotinê, ku Mesîhiyên qirna yekê, derbazkirina roja bûyînê hesab dikirin ça edetê pûtparista. Ji Kitêba Pîroz tê kifşê, ku şagirtên Îsa û merivên din kîjana ku ewî hîn dikir, bona hemû Mesîhiya mesele hîştin (2 Têsalonîkî 3:6).
Mesîhî gerekê tenê cejinekê derbaz kin, ev heye ne ku roja bûyînê, lê roja mirina Îsa Mesîh (Lûqa 22:17-20). Ev yek ecêbmayî nîne, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku “roja mirinê ji roja bûyînê çêtir e” (Waîz 7:1). Xilaziya emirê xweyî ser erdê, Îsa ber çevê Xwedê navekî baş hîşt, lema jî roja mirina wî, ji roja bûyîna wî çêtir e (Îbranî 1:4).
Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, ku kesek ji xizmetkarên Xwedê roja bûyînê derbaz ke. Lê em nikarin bêjin, wekî nivîskarên Kitêba Pîroz dibeke bîr kirin derheqa vê yekê binivîsin, çimkî Kitêba Pîrozda derheqa du derecên roja bûyînê tê gotinê, kîjan ku ewan meriva derbaz dikir, yên ku Xwedê nedihebandin. Û her du derecada jî ev cejin aliyê nebaşda eyankirî ne (Destpêbûn 40:20-22; Marqos 6:21-29).
Gelo zarên Şedên Yehowa tiştekîda kêmasiyê texmîn dikin ji bo vê yekê, ku ewana roja bûyînê derbaz nakin?
Şedên Yehowa mîna hemû dê-bavên baş, timê hizkirinê zarên xwera didine kifşê. Mesele, ewana pêşkêşa didine zara û wana tevayî top dikin, wekî ewana wedê xwe baş derbaz kin û şabûnê bistînin. Ewana çev didine Xwedê, kîjan ku tiştên qenc dide zarên xwe (Metta 7:11). Çawa ji giliyê zarên Şedên Yehowa tê kifşê, ewana tu tiştîda kêmasiyê texmîn nakin.
“Çaxê tu pêşkêşê distînî gava hîviyê nînî, hingê tu diha şa dibî” (Têmî, 12 salî).
“Rast e wedê roja bûyînê ez pêşkêşa nastînim, lê dê-bavê min rojên dinda pêşkêşa didine min û ev yek şabûneke gelek mezin minra tîne, çimkî gelek min xweş tê, çaxê nişkêva pêşkêşa didine min” (Grêgorî, 11 salî).
“Hûn difikirin, wekî dehe deqên wedederbazkirinê, çend totik û kilam, ev heye cejin? Hergê hûn dixwazin binihêrin, ku cejina baş çi ye, werên mala min” (Êrîk, 6 salî).