KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
Min Hebûka Rast Dît
Sala Bûyînê:1968
Welat: Dewletên Yekbûyî
Berê: Dua dikir wekî dewletî be
JÎYÎNA MINE BERÊ
Ez malbeta Katolîkîda Niyû Yorkêda bajarê Roçêstêrda mezin bûme. Çaxê ez heyşt salî bûm, dê-bavê min hev qetiyan. Ledê 5 roja ez bal diya xwe avayîkî bona merivên kesîbda dimam. Lê Şemî-Ledê ez tevî bavê xwe bûm, kîjanî ku mihaleke dewletîda dijît. Diya min ancax şeş zar xwey dikir, lema jî merema min ew bû, ku dewletî bim û alîkariyê bidime diya xwe.
Bavê min dixwest wekî ez rind bijîm û axiriya min baş be, lema jî bi alîkariya wî ez ketime mektebeke navdar, kîjanêda şixulê otêlê hîn dibûm. Min ev mekteb hiz kir, û min tirê wekî Xwedê caba duayê min da, ku dewletî û bextewar bim. Ez pênc sala admînîstrasiya mêvanxanê, îzina bîznêsê û fînansên korporatîv hîn dibûm. Wî wedeyîda ez usa jî otêla kazînoda, Nêvadayêda şeherê Las Vêgasda dixebitîm.
Çaxê ez 22 salî bûm, ez bûme alîkarçiyê wekîlê kazîno. Ez dewletî û pêşdaçûyî bûm. Min xwarinên lape baş dixwar û îçkên lape biha vedixwar. Hevalxebatçiyên min digotin: “Hiş-aqilê xwe bide ser pera, çimkî dinyayêda pera ferztir tu tişt tune”. Bi nihêrandina wan bextewariya rast perada bû.
Dikete nava xebata min ev yek, ku min gerekê bona hewce û xwestinên merivên pir dewletî xem kira, yên ku dihatine Las Vêgasê seva ku kazînoyêda bilîzin. Rast e ewana gelek dewletî bûn, lê rind dihate kifşê ku bextewar nîbûn. Ez xwexa jî bextewar nîbûm. Min çiqas hê zêde pere qazanç dikir, haqas hê zêde xemgînî dikete dilê min û xew nedikete çevê min. Hela hê jî min destpêkiribû bifikirim derheqa wê yekê, ku îda nejîm. Ez ji jîyîna xwe gelek vestiyayî bûm, lema jî min Xwedêra dua kir û ji wî pirsî: “Kîderê bextewariya rast bivînim?”
ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST
Wî çaxî du xûşkên min bibûne Şedên Yehowa û derbazî Las Vêgasê bûn. Rast e min jûrnalên wan hilnedida, lê ez razî bûm ku tevî wana Kitêba Pîroz ya xwe bixûnim. Welgerandina Kitêba Pîroze minda, hemû gotinên Îsa bi rengê sor nivîsar bûn. Xûşkên min zanibûn, wekî min hemû gotinên Îsa qebûl dikir, lema jî wana dîna min didane ser gotinên wî. Xêncî wê yekê min destpêkir xwexa jî Kitêba Pîroz bixûnim.
Çaxê min Kitêba Pîroz dixwend, ez ser gelek tişta ecêbmayî dimam. Mesele Îsa gotiye: “Gava ku hûn dua dikin, mîna pûtparista pirxeber nebin. Wana tirê bona pir xeberdana wan duayên wanê bêne bihîstinê” (Metta 6:7). Lê keşîşekî zûdava şikilê Îsa da min, û got ku hergê ez ber vî şikilî dua bikim û dehe cara biwekilînim, Xwedê wê haqas pere bide min, çiqas ku minra lazim be. Ez fikirîm ku hergê evî dûayî dîsa û dîsa biwekilînim, nayê hesabê ku ez “pirxeber” dibim? Min usa jî ev giliyê Îsa xwendibû: “Li ser dinê hûn tu kesîra nebêjin: ‘Bavo’, çimkî Bavê we yek e, ku ezmana ye” (Metta 23:9). Ez ecêbmayî mam, ku çima min û Katolîkên din, keşîşara digot “Bavo”?
Xwendina kitêba Aqûb ez hêlan kirim kûr derheqa jîyîna xwe bifikirim. Serê 4-da Aqûb usa nivîsiye: “Hûn nizanin kê vê dinê hiz dike, ew neyartiyê li Xwedê dike? Awa kî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê” (Aqûb 4:4). Îlahî rêza 17 gelek ser min hukum bû: “Awa ewê ku zane qenciyê bike û nake, ew jêra gune ye”. Min xûşkên xwera têlê xist û gote wan, wekî ez bîznêsa xweye kazînoyê dihêlim, çimkî naxwazim ku xebata min xumarêva û timayêva girêdayî be.
“Xwendina kitêba Aqûb ez hêlan kirim kûr derheqa jîyîna xwe bifikirim”
Min dixwest heleqetiya xwe tevî Xwedê û malbeta xwe baş kim. Lema jî min safî kir jîyîna xwe hêsa kim, seva ku hê zêde wedê min bona wan hebe. Lê guhastinên usa ne hêsa bûn. Mesele, çend cara otêla kazînoyê mecal didane min, wekî bîznêsêda pêşda herim û hê zêde pera bistînim. Min Xwedêra dua kir, paşê jî min safî kir, ku bi jîyîna vî cûreyî nejîm. Min xebata xwe hîşt û ez derbazî cem diya xwe bûm. Min garaja wê teze kir û destpêkir wêderê bijîm, him jî min bîznêsa xweye biçûk vekir, dêmek şixulên mêniyûva girêdayî dikir.
Rast e Kitêba Pîroz alî min kiribû têderxim, wekî jîyîna minda çi ye diha ferz, lê dîsa jî ez nediçûme civata. Xûşkên min ji min pirsîn, ku çima ez Şedên Yehowa qebûl nakim. Min gote wan: “Çimkî Xwedêyê we Yehowa, malbeta hildişîne. Ez tenê wedê Sala Teze û sala bûyînê dikarim tevî malbeta xwe wede derbaz kim, ew jî hûn nakin”. Xûşkeke min giriya û ji min pirsî: “Lê rojên salêye din tu ku yî? Em hazir in timê tevî te wede derbaz kin, lê tu tenê dixwazî wedê cejina tevî me bî, ev jî ji bo borcdariyê”. Ev giliyê wê gelek dilê min girtin û ez jî giriyam.
Çaxê min fem kir ku ez şaş bûme û Şedên Yehowa malbeta xwe zef hiz dikin, min safî kir herime Oda Civata ser civatên wan. Wêderê ez tevî Kêvîn bûme nas, kîjanî ku Kitêba Pîroz rind şirovedikir. Û paşê ewî tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.
Kêvîn tevî jina xwe bi jîyîneke hêsa dijît, çimkî wana temamiya wedê xwe ser wê yekê xerc dikir, ku alî meriya bikin seva Kitêba Pîroz fem bikin. Perê wan têra wan dikir ku herine Afrîkayê û Amêrîkaya Navend, wekî bona avakirina Fîlîala Şedên Yehowa alîkariyê bidin. Ewana timê gelek bextewar bûn û zef hev hiz dikirin. Ez difikirîm: “Eva hema ev jîyîn e, kîjan ku ez hizret im”.
Kêvîn minra vîdêoyek nîşan kir derheqa wê yekê, ku xizmetiya mîsyonêrtî şabûneke çiqas mezin tîne. Û min fem kir ku ew hema ew e, çi ku ez dixwazim. Sala 1995-da paşî şeş mehên hînbûna Kitêba Pîroz, ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa. Dewsa ku ji Xwedê bixwazim ku dewletî bim, min destpêkir usa dua bikim: “Ne min belengaz ke, ne jî dewletî ke” (Metelok 30:8).
ÇI KAR MIN STAND
Niha ez bi rastî dewletî me, ne ku bi tiştên matêriyalî, lê bi ruhanî. Jina mine delal Nûriya heye, tevî kîjanê ez Hondûrasêda bûme nas. Me tevayî Panamayêda ça mîsyonêr xizmet kiriye, lê niha Meksîkayêda. Ez xwexa îzbat bûm wan giliyên Kitêba Pîrozda: “Duayê Xudan hebûkê dide û kederê serda zêde nake”! (Metelok 10:22)